Zext û Givaşên Hêzên Dewleta Îranê bo ser Kasibkarên Kurd dom dike

20:37 - 11 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên dewleta Îranê li pasgeha Newsûd a parêzgeha Kirmaşanê hejimarek berçav ji kel û pelên kasibkarên Kurd talan kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, berwar 9’ê Gulana 2013’an hêzên leşkerî yên Komara Îslamiya Îranê êrişî ser gundê “Teşar”a ser bi bajarê Newsûdê kirin û li encam de hejimarek berçav ji barên welatiyek kurd yê binavê “Ebdul Rehîmî de girtin.

şahidek bûyerê bi ajansa kurdpa ragehand, Hêzên han bêhebûna îzna dadgehê,deriyê mala welatiyekê binavê Îmam Sadiqî keştandine û nêz bi 100 heya 150 milyon timen ji barên vî welatiyê Kurd zewt kirine.

ji aliyek din li meha Adara Îsal hîzîn dewleta Îranê li bajarê Newsûdê erişî ser mala welaiyek Kurd binavê “Nezîf Ehemdî”dikin û bi nêzîk bi 100 milyon ji kel û pelên vî zewt dikin.

berê jî li meha Adarê de hîzîn dewleta Îranê li Gundî Teşar dest bi ser hejimarek ji kel û pelên welatiyek Kurd ê binavê Mihemed Tahir de danîbûn.