Zext û givaşa hêzên Îttlatî bo ser Malbata çalakek siyasî dom dike

12:56 - 13 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Malbata çalakek siyasî ê Kurdê xelkê bajarê Şinoyê,ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê kevtine bin zext û givaşê.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya roja Sêşemiyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê bo carek din êrişî ser malbata “Nacî Pêyxamî”çalakê siyasî ê rûniştiyê derveyî welêt kirin û gefa girtin û zîndanî kirinê ji malbata vî kirin.

Husên Pêyxamî bavê wî çalakê siyasî ê Kurd heya niha çendî caran ji aliyê hêzên Îttlatî li ser kar û çalakiyên kurê xwe hatiye gazî kirin û lêpirsîn jê hatiye kirin.Nacî Pêyxamî berê jî carekê ji aliyê hêzên Îttlatî bi sûça alikarî tevî partiyek Kurdistanî, bo heyamê 1’ salî hatibû girtin û piştî azad kirinê seva zext û givaşên hêzên ewlekarî jibo derveyî welat çû.