Zext û givaşa hêzên Întizamî bo ser wilatiyên Kurd dom dike

12:31 - 13 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî a Îranê li gundê Merxuzê malên çend wilatiyên Kurd geriyan.


Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, Sibêdeya roja çarşenbiyê hêzên Întizamî yên pasgeha “Sera” çûne gundê Merxuz li herêma “Gewirk” a Seqizê û ji bilî gerana malên wilatiyên Kurd, dest bi ser 12 dezga mahwareyên wilatiyan de girtin.

Çend rojan berî niha jî hêzên Întzamî yên rejîma Îranê li pasgeha “Dizlî” ê çûbûne gundê “Derekê” li herêma Hewramanê û 2 dezgayên mahwar û 2 matorsiklêtên malbatekî Kurd girti bûn.

Li heyamê çend salên bihûrî de, rejîm li herêmên Kurdistana Îranê dest bi kom kirina mahwareyan daye.