Zekiye Nêysî çalakvana Ehwazî hate girtin

21:51 - 18 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Li gora rapora çalakên mafên mirovan ên Ehwazê, hêzên ewlekariyê ên rejîma Îranê Zekiye Nêysî destbiser kirin.

Li gora nûçegihaniyan navbirî ku mala wê di navçeya “Kiyan Şehr” a Ehwazê de ye, hêzên ewlekariyê bi bêy hebûna hukmê dadwerî, hemû pirtûk, û kampiyoter û telefon û kelûpelên wê ên şexsî jî digel xwe birin.

Li gora vê raporê Zekiye Nêysî di biyavê pirsên çandî û jîngehî de çalakiyan dike.

Wê derheq veguhastina ava Karûnê çalakiyên berfireh hebûn, û gellek caran kempeyn pêk dianîn.

Çalakên Ehwazî berdewam rejîma Îranê rexne dikin, û radigehînin ku serbarê vê ku herêma wan herêmeke pirr dewlemend di warê çavkaniyên jêrerdî ye, lê ew Erebên vê herêmê di warê neteweyî ve têne çewsandin, û berdewam li jêr çavdêriya hêêzn ewlekariyê de ne, û di warê aborî de jî tu xizmetek bi wan nahê kirin.