Zehra Gulkar Keça Weblagnivîs Ya Kurd Ji Aliyê Dadgehê Ve Tê Gazîkirin

12:26 - 14 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Çalaka Siyasî û weblagnivîsa Kirmaşanî, Zehra Gulkar ji aliyê dadgeha Şoreş ya vî bajarî ve hat bang kirin.

Li gor ew bangnameya ku dadgehê ji rêya hêzên întizamî dane dest Zehra, navbirî diviya heta roja 13.12.2011-an li taya 9 ya dadgehê de amade be.

Nûçegihaniya Herana belav kir ku Zehra Gulkar berê jî di meha May bo heyamê çend rojan di îdareya Îtilaata bajarê Kirmaşanê de hatibû destbiserkirin û piştre bi danîna rehînê hatibû azadkirin.

Li gor çavkaniyê, Zehra piştî ku azad dibe car din bo îdareya Îtilaatê tê bang kirin.