Zêdeyî 61 Hezar Dezgehên Setelaytê Li Parêzgeha Kurdistanê Hatin Komkirin

12:29 - 1 Kanûna Paşîn 2012
Kurdpa: Li 9 mehên derbazbûyî de heta niha zêdeyê 61 hezar şimekên setelaytan li parêzgeha Kurdistanê ji aliyê hêzên Întizamî ve hatine destbiserkirin.

Berpirsê Polîsê Ewlehiya Giştî yê Parêzgeha Kurdistanê, Şa Mihemedî ji IRNA re ragihand: \"li destpêka salê heta niha 61 hezar û 882 cur şimekên setelaytan li doma terha komkirina setelaytan, li Parêzgeha Kurdistanê de dest bi ser de hatine girtin.

Şa Mihemedî herwiha ragihand me kesên ku mijûlê kirîn û firotina setelaytan bûn, destbiserkirine ku jimara wan 942 kes in û ji bo dadgehîkirinê bo dezgeha dadweriya hatine şandin.