Zêdetir ji 50 hektar ji çêrgehên herêmên torîstî ên Bokanê bi sedema xemsariyê agir girtin

14:44 - 28 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Zêdetir ji 50 hektar ji çêrgehên gundên Taze Qela, Xurasane û Kanî Tûmar ji herêmên torîstî ên Bokanê bi sedema xemsariyê agir girtin.

Li gora nûçegihaniyan, berpirsa pêwedniyên giştî a Saziya agirvemirandinê, û xizmetên êminiyê ên şaredariya Bokanê ragehand: “Bi sedema mezinbûna agirgirtinê, egera gihîştina agir bi baxçeyan jî hebû, lê bilez karsazên agirvemirandinê li rawestegeha hejmara 2 ya Emîrabadê bo vê herêmê hatin şandin, û karê vemirandina agir dest pê kirin.

Navbirî ragehand bi sedema asêbûna cihê vê herêmê, û nebûna riya baş bona jêhelçûna trombêlan, ew agirê bigurr, piştî şeş demjimêran, hate kontrolkirin.

Gundê Xurasane, yek ji herêmên torîstî ên Bokanê ye, ku hemû salê, bi sedema hebûna baxçeyan û hebûna bendavê, bi hezaran kesî serdana wir dikin.

Ji destpêka salê ve heya niha zêdetir ji 150 hektar ji çêrgehan û çavkaniyên xwezayî ên şaristana Bokanê di nav agir de şewitîne.
Di mehên borî de jî, ciwanekî Bokanî di dema agirgirtina navçeya torîstî ya Bokanê de, di nava agir de şewitî.

Di şaristana Bokanê de, 140 hezar hektar çêrgeh hene, ku 30 hezar hektar ji van çêrgehan pile yek, di warê zêdebûna giya, 70 hezar hektar çêrgehên pile 2 û ên din jî pile 3 bûne.