Zarokek Temen 10 salî yê Kurd dinava avê de fetisî

16:38 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Zarokek temen 10 salî yê Kurd û xelkê bajarê Nexedê li dema seyranê de li bendava “Hesenliyan”ya wî bajarî de fetisî.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwra 18’ê Tîrmeh, zarokek temen 10 salî binavê “Dilşad Emînî” kurê “Hasil”ku tevî malbata xwe jibo seyranê serdana bendava “Hesenliyan”ya bajarê Nexedê kiribû, seva kevtine naw avê de canê xwe ji dest da.

Termê Dilşad ji aliyê du girupên melevanî yên bajarê “Urmiye û Mihabadê”piştî rojekê hate peyda kirin.

Her wiha roja Pêncşemiyê berwar 17’ê Tîrmeh Ciwanek temen 23 slaî yê xelkê bajarê Urmiyê dinava bendava “Hesenliyanî”ya bajarê Nexedê de xendiqî.

Bendava Hesenliyan ku li ser cadeya Urmiyê bo Mihabadê hilketiye, li destpêka çêkirinê haya niha 28 welatiyên Kurd dinava vê bendavê de bûne qurbanî û canê xwe ji dest dane