Zarokek Kurd bûye lîstikvanê Barsêlonayê

20:33 - 20 Şibat 2016
Ajansa Kurdpa: Nawendekî parwerdeya lîstikvanan li welatê Îspanyayê, mijûlî girêdana rêkevtinekê tevî zarokek Kurd e, bona endametiya di Kilûp a Barsêlona ya Îspanî de.

Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpayê, Barsêlonayê jî rêkevtina veguhaztina “Diyako Şeydayî” ji akademiya Footbol a Torêntoya Kanadayê bo kilûpa xwe wajû kiriye.

\"29581.jpg\"
Diyako Şeydayî yê temen 9 salî, xelkê bajarê Urmiyê ye û di temenê 3 saliyê de mijûlî Footbolê ye û heyamek berî niha tevî malbata xwe ber bi bajarê Barsêlonayê ve çûne da ku di navenda “Lamayiya” de, hêz û şiyanên diyako perwerde bikin.

Şêvirmendê navenda “Lamasiya” yê piştî dîtina lîztika diyako, daxwaza veguhaztina wî bo kilupa Barsêlonayê kiriye.

Hewceyî basê ye ku hzê û şiyanên liztikvanên weke Liyonêl Mêsî û Wîktor Waldêz û Cirald Pîke û Cifrên Sowarêz û ...hwd, di navenda “Lamasiya” yê de hatine perwerdekirin.