Zarokek Kar li Ciwanroyê jiyana xwe ji dest da

15:31 - 5 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Zarokek temen 14 salî li bajarokê Senetî ê bajarê Ciwanroyê canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa,roja Duşem 5’ê Adara 2013’an Zarokek binavê “Mihemed Bazanî”kurê Behram li bajarokê Senetî ê Ciwanroyê kete nav çala avê û li ecam de canê xwe ji dest da.

Zarokê han rûniştiyê taxa “Bavecanî”a Ciwanroyê bû, û mijûlî komkirina hesinên Kevin bû.

Her wiha çend rojan beriya niha xwendekarek xelkê bajarê Seqizê binavê Bêhzad Erdelan ê temen 20 salî di dikana pençergîriyê de seva boyera kar canê xwe ji dest da.

Ji aliyek din li gorî amarên fermî yên Komara Îslamiya Îranê,pitir j 3’ê milyon zarokên ku temenê wan xarweyî 18 salane, li Îranê de mijûlî kar kirinê ne.