Zarokek 3’ê salî yê Kurd li Urmiyê canê xwe ji dest da

22:39 - 14 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Zarokek 3’ê salî li herêma Tergewer ya Urmiyê kevtiye nawa ava “bîra” xwendingeha gund û canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja dûşem berwar 10’ê Hezîrana 2013’an zarokek 3’ê salî li gundê “Tileki”ya herêma Tirgewer ya Urmiyê li dema lîstin tevî zarokan li derdûra xwendingehê kevtiye nav Bîra Wc de û li encam de canê xwe ji dest daye.

Welatiyên gundê Tileki sebebê sereke yê mirina vî zarokî kêmtirxemiya karbidestên dewletê diden zanîn.

Akinciyên gundê Tileki dibêjin ku heyamê çend salane ku serbarê vê yekê ku ew xwendingehe ji şûreya hewşê bêpare, lê her dîsan bîra vê xwendingehê jî her wisa serwekiriye.