ZANÎNGEHA LURISTANÊ NEHÊLA BÎRANÎNA “MEHMET UZUN” BÊ LI DARXISTIN

20:17 - 2 Çirriya pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Zanîngeha Luristanê izna li darxistina bîranîna Mehmet Uzun ê Nivîskarê Kurd neda Xwendekarên Kurde Luristanê.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, çend rojan beriya niha di demekê de ku Xwendekarên Kurde Zanîngeha Luristanê dixwastin bi hevkariya Navenda Kurmanca Urmiye, bîranîna Mehmet Uzun bikin, piştî ku wana karîbû rezamendiya Idareya Çandiya Zanîngeha bo wê karê bikişînin, lê herasetê izna li darxistina wê civîne neda wan.

Di dawiya wê raporê de hatiye ku Kurdan ji bo wê karê gelek gengeşe kir lê berpirsên Zanîngehê nehêlan ku wê bîranînê ava bikin.

Biryar bû 300 kes beşdarî wê civînê bibin.

Di wê warê de hatiye zanîn ku Xwendekarên Kurd zirarek Malî a gelek kişandine.