Zagros li hembêza trajîdiya agirketinê de

22:20 - 6 Îlon 2016
Kurdpa: 40 hektar ji daristan û çêrîngehên Zagrosê li devera ‘’Tengeqîr’’ a bajarê Çerdawil ya ser bi parêzgeha Îlamê bi sedema agir bûye rejû.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Mêhr, agirê han piştî 4 rojan, bi hewl û xebata rêxistinên jîngehparêz û xelkê xwecihî yê deverê hate kntirol û temirandin.

Agirê han heya niha 40 hektar ji daristan û çêrîngehên devera Tengeqîrê şewitandiye.

Ji ber agirberdanên bi daristanên Kurdistanê, bi dehan hektar ji daristanên jîngeha rihleberên cur bi cur li nav guriya agir de ji nav çûn.

Rêze çiyayên Zagrosê ku cihê sereke yê şînbûna darberû’yan e, rastî agirketina miroyî dibin.