Zaf ji 200 kesan li Hema a Sûrmiye hatine kuştin

16:29 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Hêzên dijbere Hukûmeta Sûrmiye dan xuyakirin ku Hêzên rejîma Esed, 200 kes ji welatiyên sivîl kuştine.

Nûçegihaniya Rûyterzê belav kiriye Hêzên Tenahiye Esed, li destpêkê, ketine gundê Hema û niha jî li gundê Tirîsme derketine holê li dijî dijberên rejîma Esed.

Li gor gotina welatiyan, beşek zor ji akinciyên herêmê li bordûmanên wan 2 gundan de bûne qurbanî.

Ji alî din ve çavkaniyek dewletî dibêje 3 kes ji Hêzên Emnî bi Bombeya terorîstan bûne qurbanî.

Şevra Niştîmanî dide xuyanê ku gişt ev 200 kesên han bi destê Rejîmê hatine kuştin.

Yekîtiya Komîteyên Herêmî û Rêkxwerên Xwenîşandana didin zanîn ku hijmara qurbaiyên gundê Tirîsme 200 kes in.