Yekemîn wezîrê AKP: Dewleta Kurdî mafekî rewa ye

17:07 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Yekemîn wezîrê derve yê hikûmeta Partiya dad û geşedanê AKP`ê Yaşar Yakiş ragihandiye ku pêwîste Tirkiyê peywendiya xwe bi Kurdên li Sûriyê pêş bixe û divê em bi rewabûna xewna Kurd bo dewletekî serbixwe qebûl bikin.

Yakiş di çavpêkeftinekê li gel ojnameya Tarafê a Tirkî ku duh hatiye belav kirinê li ser pirsa damezrandina rêveberiyekî Kurdî li Sûriyê got: Kurd gelê herî mezine ku dewleta xwe ya taybet nîne, hejmara wan 40 milyon kese û di navbera 4 dewletan de hatiye parçe kirinê. Ez bawerim Kurd berve Kurdistana serbixwe diçin.

Yakiş cext kir û got: Miltekî bi vê qebareyê mafê xwe heye ku xewna avakirina dewleta serbixwe bike, divê em vê qebûl bikin. Ger hûn ji min bipirsin kengî wê Kurdistana serbixwe çê bibe? Ezê bêjim gav bi gav wê ev qonax bidome.

Li ser pirsa ihtîmala parçebûna Sûriyê jî,  yekemîn wezîrê derve yê hikûmeta AKP`ê Yaşar Yakiş got: Kurd wê hêza aktîv bin di vê parçebûnê de, weku tê zanîn di sala 1920`an Fransayê Sûriyê weku dewletçîk parçe kiribû (Dewleta Şamê, Heleb, Durzî, Skenderon, Çiyayê Elewiyan) di vî awayî eger ev alozî û qeyran weha bidome, ihtîmala heye Elewî vekişin bo çiyayê Elewiyan û Lazqiyê weku otonomî yan dewletk serbixwe.

Yakiş bal kişand ser wê yekê ku eger ev senaryo pêş bikeve Tirkiyê wê bi sînorê dewletekî Kurdî nêzîkî PKK`ê rû bi rû bimîne û di koşeya başûrê rojava jî dê bi dewletek Elewî re rû bi rû bimîne. 

Yaşar Yakiş di dawiya çavpêkeftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku ji bo ku Tirkiyê berve Rojhilata navîn û Sûriya Sunî ve biçe dinvê di van herdu dewletan re derbas bibe.
Xendan