YEKEMÎN FÎSTÎVALA KURDÎ LI AMERÎKAYÊ DEST PÊ KIR

22:01 - 9 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Festîvala Huneriya Kurdî li bajarê “Nashville”a wîlayeta “Tennessee”ê destpêkir.

li gor Ajansa “Pukmedia”, Hunermendên Kurd li seranserê cîhanê beşdarîyê di wê festîvalê de dikin, ku sê rojan berdewam dibe.

Li gorî rêkxeran, armanca festîvalê nasandina huner û kultura Kurdî ye bi gelê Amerîkî.

Festîval roja Înî li zanîngeha Tennessee State destpêkir û heta roja Yekşemê berdewam dibe.