Koma govendê ya “Dîlan Urmiye” bû endamê Komeleya Folklorê ya Ewropî

16:53 - 17 Kanûna Paşîn 2021

Encûmena Folklorê ya Ewropî koma govendê ya “Dîlan Urmiye” bi awayê fermî kir bi endamê xwe. 

Encûmena Folklorê ya Ewropî bo wê koma çandî û hunerî birwaname derxistiye.  

Koma govendê ya “Dîlan Urmiye” di Adara sala 2009an de hate avakirin û di gelek festîvalên cor bi cor de beşdarî kiriye û di van boneyan de pile jî bi dest xistiye.

Girûpa Dîlana Urmiye, li çendîn festîvalê derveyê Îranê de jî beşdarî kiriye û li Havîna sala 1398`an de di festîvala navnetewî a “Ermenistan”ê de li beşa mûzîk û govendê, pileya 1`emîn bi dest xwe ve anîbû.

Herwisa wê girûpa çandî û hunerî, di meha Xexelwera sala 1398`an de beşdarî li festîvala mezin li bajarê torîstî yê “Yort Dimar” a Barsêlon a Îspaniyayê kiribû ku pileya 2`emîn di wê festîvala navnetewî de bi dest xwe ve anîbû.