Di kombûna Encumena Çandî-Wêjeyî ya Merîwanê, xelata “qelema zêrîn a Qan`i” hate diyarîkirin

17:11 - 31 Çirriya pêşîn 2021

Yekemîn kombûna desteya birêveberiya Encumena Çandî-Wêjeyî ya bajarê Merîwanê bi rê ve çû û biryar dan ku xelata “qelema zêrîn a Qan`i” pêşkeşî wan kesan bikin ku, di warê wêjeya Kurdî de çalakiyê dikin.

Di wê kombûnê de piştî hilbijartina endamên desteya birêveberî, her yek ji endamên desteya birêveber tevî bas û gengeşe li ser pirs û çalakiyên bê yên encumenê, li ser xelata “qelema zêrîn a Qan`i” pêdegirî kirin.

Di beşek din a kombûna encumena Çandî-Wêjeyî ya bajarê Merîwanê de sê kes ji endamên wê encumenê, wekî berpirs bo li peykevtin, rêkxistin û pêşkşêkirina xelat ên “qelema zêrîn a Qan`i” hatine diyarîkirin.

Ew xelat wekî xelateke salane ya encumena Çandî-Wêjeyî ya bajarê Merîwanê, di warê wêjeya Kurdî de roman, çîrok, wergêr, helbest û… bi nûserekî Kurd bê bexşîn.

Encumena Çandî-Wêjeyî ya bajarê Merîwanê, piştî bi dawîhatina şerê Îran û Îraqê, li sala 1369`an hatiye avakirin û armanca serekî ya wê encumenê, geşedan bi xwendin û nûsîn a bi zimanê Kurdî bû ye.