Du Pertûk ên Helbestên Kurdî hatine çap û belavkirin

18:16 - 26 Tebax 2021

Du Pertûk ên Helbestên Kurdî yek bi navê “Nexşî Manî” ya helbestên “Natiq(Soran) Mecîdî” û ya 2ê ji helbestên “Hadî Xudayî”, hatine çap û belavkirin.

Pertûka “Nexşî Manî”, ji helbestên Helbestvan “Soran Mecîdî”, li 109 rûpelan de li çapemeniya “Amyar”a bajarê Sineyê de hatiye çap û belavkirin. 

Ew  Helbestvanê Bokanê berê jî 3 Pertûkên din ên bi navên “rêya dil û sefera gul, beharî cudayî, û tîrî Nîga” ku komehelbest in, çap û belav kiribûn.

“Soran Mecîdî” ji dayîkbûyê sala 1359an li bajarê Bokanê ye.

Herwisa Pirtûka “Nîveya mang” ji helbestên “Hadî Xudayî” li 180 rûpelan de li çapemeniya “Zanko”ya bajarê Bokanê hatiye çap û belavkirin.

Eva duemîn berhema wî helbestvanê Kurd e û berê jî Pertûkeke din a bi navê “Sinûr û Ewîn” hatibû çap û belavkirin.