Yekem pêşangeha pirtûkên Kurdî ên herêma Kurdistanê li Sinê tê vekirin

12:48 - 11 Şibat 2012
Kurdpa: Bo yekemîn car pêşangeheke berfireh ya pirtûkên herêma Kurdistanê ku nêzîk bi 2500 navnîşanên pirtûkan bixwe ve digre, li 23 heya 29’ê Rêbendanê li bajarê Sinê de wê birêve here.

Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bi armanca belavkirina zanyariyên zêdetir di gel Namiq Hewarmî berdevkê fermî ê vê pêşangehê ew pirs gengeşe kir.

Berdevkê fermî ê pêşangeha herêma Kurdistanê li Sinê derbarê hilbijartina cur û mijarên pirtûkan ji vê pêşangehê re got: “Li gorî yasayên navdewletî renge hindek ji welatan nexwazin, hinek kitêb bo welatê wan bêne birin, ku me jî ew yek berçav girtiye”.

Wî derbarê îhtimala vekirina pêşangehên bi vî rengî li dahatû li bajarên din ên Kurdistanê de jî got: “Ew yek jî vedigere ser çawaniya pêşwaziya xelkê û alîkariya aliyên têkildar ên hikumeta Îslamiya Îranê da ku em bikarin li bajarên din de jî vê pêşangehê danên. Jiber ku ew yekemîn ezmûn e bo vekirina pêşangehek bi vî rengî li kurdistana Îranê û em pêştir du caran li pêşangeha navdewletî ya Tehranê de beşdar bûne.