Yek ji xisar lêketiyên lehiya Kirmaşanê hate binçavkirin

23:01 - 23 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên Întizamî yên Hikûmeta Îranê, yek ji xwenîşanderên di beramberî deriyê Fermandariya Kirmaşanê de binçav kirin.

Li gor nûçeyên ku gihane nûçegihaniya Kurdpa, hemwelatiyeke Kurd ê xelkê Kirmaşanê, bi navê “Elî Abidpûr” bi sebeba beşdarîkirin di xwenîşandana li hember avahiya Fermandariya wî bajarî de hate binçavkirin. Elî Abidpûr di roja Yekşemî a vê heftiyê de hatiye binçavkirin.

Ev hemwelatiyê Kurd digel komek ji xelkê gundê Bûjanê, dawxaza dana wamê ji navendên dewletî kiribûn, ku tevî sozên berpirsên parêzgeh û fermandariya Kirmaşanê, dawxazên wan bê bersiv mane.

Di meha derbazbûyî de, barîna baranê, xisareke zêde gihandiye xelkên akinciyên wî gundî, ku li herêma Osmanvendî a girêdaiyî Kirmaşanê de ne, û egera vê hindê heye ku gel gundê xwe bi cî bihêlên.

Herwiha piştî vê yekê akinciyên gundê Bûrjanê, li parêzgeha Kirmaşanê xwenîşandan kiribûn, û nerazîbûna xwe li hember nedana xisara lehiyê nîşan dabûn û di encama de jî ciwanekî temen 28 salî hatiye binçavkirin.

Malperên girêdaiyî Hikûmetê, ji zarê fermandarê Kirmaşanê ve belav kirine, ku dewletê tu budceyek ji bo xelkên gundê Bûjanê ku xisara lehiyê ji wan ketiye destnîşan nekiriye.

Gundên Bûjanê girêdaiyî herêma “Serfîrûzabad” a Kirmaşanê ye, û nêzî 1000 malbatên kurd li vê derê jiyanê dikin.