Yek ji Keçên şewitî yê Qutabxaneya gundê Şînawê cane xwe ji dest da

13:50 - 10 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Êwareya duhî, yek ji keçên qutabî yên ku di qutabxaneya gundê Şînawê a bajarê Pîranşehrê de şewitî bû, li nexweşxaneya Sîna a bajarê Tevrêzê cane xwe ji dest da.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, êwareya roja Yekşenmîyê yek ji qutabîyên gundê Şînawê a bi nave “Seyran Yêgane” temen 10 salî ku pitir ji %45 bedena wê tuşî şewatê bibû li nexweşxaneya Sîna a wî bajarî cane xwe ji dest da.

Sebebê mirina vê keçikê, şewata zaf û pirsgirêka henase kêşanê hatiye ragehandin.

\"10112.jpg\"
Çavkanîyekê bi Ajansa Kurddpayê ragehand kû: Seyran seba gaza jehrî a di çaxê agir berbûna qutabxana wan, tuşî pirsgirêka nefes kêşanê bibû.
Berwar15ê meha Sermawezê seba teqîna Sobeya qutabxana Înqilaba Îslamî ya gundê Şînawê a ser bi bajarê Pîranşehrê 37 qutabîyên Kurd ên wî gundî tuşî şewatê bibûn.

Pêka zanîyarîyan15 kes ji wan keçên ku şewitîne û li nexweşxaneya bajarê Tevrêzê û 13 kesê wan ji di nexweşxaneya Urmîyê ne, rewşa saxlemî a 4 kes ji wan qutabîyan cihê nigeranîyê ye.

Piştî bilav bûna nûçeya agir berbûna qutabxaneya gundê Şînawê, malbatên wan qutabîyan seba kêmtir xemîya karbidestên qutabxaneya han û Îdareya Perwerdê li hemberî nexweşxaneya bajarê Pîranşehrê na razîbûna xwe anin ziman.