Yaşar Kemal çû ber dilovaniya Xwedê

19:25 - 1 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Berbijêrê xelata aştiya noble a wêje û edebiyatê li Tirkiyê, bi sedema nexwşiyekî dawî bi jiyanê anî.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh 28’ sibata 2015’an, Yaşar Kemal- Nivîskarê binavbang ê Kurd bi sedema pirsgirêkên bêhn çikbûn û derneketina nefesê, bo heta hetayî di hêminiyê de ma.

Navborî bi nivîsîna romana “Înce Memed”li sala 1955’an, li cîhanê binav bang bû. Ew berhem heya niha bi 40 zimanî hatiye wergerandin.

Yaşar, yekem nîviskar li welatê Tirkiyê bû ku xelata aştî a cîhanî bi dest xistibû.

Ew nivîskarê mezin ê Kurd ku nêzî 20 çîriok û ramananan nivîsiye, çendîn car bi sedema baweriyên siyasî û piştevanî kirin ji gelên Kurd û Elevî ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû binçav kirin.

\"25025.jpg\"
Çîroka “Eskerên Xwedê” yek ji berhemên binavbang ê Yaşar Kemal di warê edebiyatê de ye ku xelata aştiyê tomar kir
Pirtûkên wî yên bi navên “Hekî me bikujin,” “Ew aliyê zinar,” “Tenyayî,” “Çîroka giravê,” ”Qehra bahrê,” “Firende jî çûn,”Pûta Helebî,”Erd hesin”û Asmanê Mis (sifir) li Îranê bi zimanê Farsî hatine wergerandin.

Navê wî yê rastîn “Kemal Sadiq Gûkeçlî” bû ku li gundê “Hemîte” ê ser bi parêzgeha Osmaniyê aTirkiyê hatibû dinê û di 5 saliya temenê xwe de bi sedema qezayeke terafîkê ronahiya çavekî xwe winda kiribû.

Yaşar Kemal li sala 1973’an, xelata noble li Edebiyartê bisdest xistibû, her wiha li sala 1977’an xelata aştî a pitûkfiroş û weşangerên Almaniya dest xwe ve anîbû.

Li sala 2013’an pirtûka here dawîn a Yaşar belav bû. Ew pirtûk jêr navê “Civîkeka bi baskekî” beriya 40 salan bû hatbû nivîsîn ku wî cem xwe hîştibû.

Yaşar Kemal di 92 saliya temenê xwe de, xatir ji cîhana wêje xwest û çû ber dilovaniya Xwedê.