Xwîşk û birayik Bokanî bi danîna barmita 100,000,000 tûmenî yê bên berdan

12:34 - 10 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dadgeha inqilaba şarê Mihabad bo berdana Xwîşk û birayik Bokanî, daiwa 100,000,000 tûmen barmite dike.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa: sibêzûya îro, Duşem, 18ê Sermawez, dadgeha inqilaba şarê Mihabad bo berdana “ Efsane û Şaho Bayezîdî” ku 23 roj bêş niha hatibûn girtin, biryara sipardîna barmiteyk 100,000,000 tûmenî der kir.

Efsane Bayezîdî, keçe xwendekara zanîngeha Peyam ê Nûra Mihabad, tev birayê xwe bi navê “Şaho” , ji aliyê hêzên ewlehiyê li mala van xwede girtin.

Şaho Bayezîdî li dema ku xwestibû rêgirî ji girtina xwîşka xwe bike, ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû girtin.

Heya niha hegera girtina Efsane û Şaho Bayezîdî ku ji aliyê hezên ewlehiya şarê Bokanê hatibûn girtin, ron nebûye.