Xwezaya bi rengê qîr û petrolê li Seqizê hat nimayîşkirin+Wêne

14:37 - 20 Gulan 2015
Ajansa Kurdpa: Hunermenda Kurd li Seqiza (Rojhilatê Kurdisatanê), pêşangeha 4mîn a berhemên xwe, li nîgarxaneya wî bajarî de vekir ku têde jîngeh bi teknîka qîr, neft û rengê rûnî nîşan dide.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, duh sêşemî (19`ê gulanê), hunermenda kurd ya Seqizî“Şîwa Fitûhî”, 50 berhem û tabloyên hunerî ên xwe di çarçoveya pêşangehekê de xiste ber nimayîşê.

Ew 4`emîn pêşangeha wê hunermenda Kurd e ku bi tena serê xwe birêve dibe. Wê heya niha, di 6 pêşangehên girûpî û festîvalên netewî û navdewletî ên din de jî beşadarî kiriye.

Pêşangeh dê heya 25`ê gulan (4`ê hezîran) ê li nîgarxaneya Îrşad ya bajarê Seqizê de berdewam bike.

Şîwa Fitûhî a 26 salî, xwedî bawernameya dîplomeya wêneyan û peymangeha Girafîkê ye ku ji sala 2010-2011`an wir ve, bi awayekî hîrfeyî û zanistî di wê beşa hunerî de kar û xebatê dike.

\"26626.jpg\"

\"26627.jpg\"

\"26628.jpg\"

\"26629.jpg\"