Xweşevitandin, canê jinik 18 salî ji Şino jê istand

20:03 - 8 Çirriya pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: jinik 18 salî ji kurdê xelkê dewera Şino bi hegera pirsgirêkên nawmalê agir berda xwe û li kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, şeva Duşem, 15 Rezberê, jinik bi navê “Kewser Cozan” keça Menaf û ji xelkê gundê “Aliyan” a dewera Deştebêla Şino, bi hegera pirsgirêk tev mêrê xwe , agir berdabû xwe û li sedema xedariya birînan li nexweşxaneyik li şarê Ormî, canê xwe ji dest da.

\"15891.jpg\"
Bi gotina kesên nêzî wê malbatê, Kewser Cozanî ya 18 salî, êwara roja Çarşemî, 10ê Rezber, agir berdabû xwe û paşî 5 rojan man li nexweşxane, şeva Duşema borî, canê xwe ji dest da.

Gorekî statistîkên tûmar kirî li sentera statîstîkên ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li despêka heyva Gelawêja îsal heya niha 17 jin û keçên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê bi hegerên curbicur, kutayî bi jîna xwe anîne.

Hebûna van statîstîkan li rewşik deye ku ji 2 heyvan zortire ku kesên hukûmiyên Îranê bi malperên dewerî ragihandine ku bi çi formik nûçên xwekujiya jin û keçên Kurd berev nekin û eva jî sedeme pitira qewimiyên xwekujiya welatiyan, veşartî bimînin.