Xweşanî dana protestoya Keskan li Serdeştê bi rê ço

13:28 - 17 Nîsan 2014
Ajansa Kurdpa: bi dû ji naw birina cengelên dora şarê Serdeşt ji aliyê binkên milîtarî-ewlehiyê, hejmarik ji ciwanên Kurd dest bi protestoyê kirin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; paşniroya roja Çarşem, 16 Nîsan(27ê Xakelêwe, 14 April 16, 2014) bo protesto kirina jinaw birina bi şev ya çêre gehên cengelî li dora Serdeşt, protestoyik aştîxwazane li ber dezgeha kanên xwezayî û avên vî şarî, bi rê ço.

Ew protestoya ciwanên Kurd bi bi dest girtina darên birî û şaxên hati birînê, daxaziya kutayî hatina rewşa ji naw birina cengel û çêregehên xwezayî yê Serdeştê kirin.

Raportêrê Kurdpa li Serdeşt ragihand: cengelên xwezayiyê dora Serdeşt, bi amanca çê kirina malan bi kesên pasdar û besîc hatiye dan û ji kutayiya sala borî heya niha nêzî 60 Hektar, bi erdên cê malan re parvekirine.

Parêzerên natûra Kurdistan oltimatomê didin ku li rewşa dom kirina
reewşa niha û ji naw birina cengel û çêregehên Serdeştê de, protestoya xwe yê berpantir bikin.

Goregî statîstîkên fermî, dewera Serdeşt, xwediyê 80,000 Hêktar cengelên xwezayiye ku li midê çend salên dûmahiyê de bi hegera derfet dan bi anîn pêya apartmanan li Serdeşt û Rebet, bi 50,000 Hêktar kêm bûye.
\"19406.jpg\"

\"19405.jpg\"

\"19407.jpg\"

\"19404.jpg\"

\"19410.jpg\"

\"19411.jpg\"

\"19412.jpg\"

\"19413.jpg\"