Xwepêşandana dubare ya mamosteyan hember meclîsa Îranê

16:24 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2015
Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlekarî yên Îranê bi binçavkirina çend mamosteyan, hember meşa wan a nerazîbûnê astengî derxistin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja çarşemî 22`ê tîrmehê, birayar hatibû dayîn ku mamosteyên sertasrî Îranê (bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa jiyanê û nebûna sîstemeke durist a hînkirinê )li wî welatî, xwepêşandanekî lidar bixin.

Bi hevahengiya rêxistin (sendîkaya) mamosteyan, ew di demên hatinî kifşkirin de derketin kolanan lê,hêzên ewlekarî nehîştibûn xwepêşandan bên lidarxistin.

Li Tehrana paytextê Îranê jî ku mamoste hember meclîsê kombibûn, ji aliyê hêzên ser bi hikûmetê ve hatin belakirin û çend kes jî hatin binçavkirin.

Gorî raportên hatinî belavkirin: Di vê xwepêşandanê de, bi dehan mamoste hatine binçavkirin ku hejmarek ji wan piştre hatine berdan.

Endamekî rêxistin (sendîkaya) mamosteyan (Mihemed Rizaxah ) ji “Îlna” re gotiye: Di wê xwepêşandanê de mamosteyên bajarên Sine, Kirmaşan, Hemedan, Îsfehan, Gîlan, Mazenderan, Meşhed û Tehranê beşdarî kiribûn.

Di çend mehên borî de dîsa hînker (mielim) ên seranserê Îranê bi nîşaneya nerazîbûn ji rewşa debara jiyana xwe û ne beraberiya navbera wezîfedaran li welatê Îranê, herwiha sîstema nedurista a perwerdeyî li wî welatî, dest bi grevê kirbûn û xwepêşandan lidar xistibûn.
Di demekê de ku nêzî du sal bi ser desthilata Rûhanî yê Serokomarê Îranê re derbas dibin, lê hîna tu xwestekên mamoste û nifşên din yên civakê cî bi cî nekin e.

Gorî amaran, zêdeyî 1 milyon mamoste li Îranê karê perwerdeyî dikin û 750 hezar mamosteyên teqawidkirî (malnişîn) jî li wî welatî dijîn.