Xwenîşandana kedkarên Îlamî li ber parlemana Îranê

20:19 - 17 Çirriya paşîn 2014
Ajansa kurdpa: Bi nîşaneya nerazîbûnê, dehan kedkarê Îlamî li ber parlemana Îranê, seba li ser kar derxistin û nedana miaşên wan, narizayetî derbirîn.

Li gor ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşemî 16’ê Çiriya Paşîn a 2014’an, zêdeyî 100 kedkarên yekeya petrokîmî a Îlamê, hember Parlamena Îranê li Tehranê xwenîşandan pêkanîn û daxaza mafên xwe yên rewa kirin.

Di wê xwenîşandanê de bi awayekî eşkere, parlemana Îlamê ji aliyê xwenîşanderan ve, bo pêdagirî kirina mafên wan hatin vexwandin.

“Îrna”nûçegihaniya Hikûmeta Îslamiya Îranê di vê derbarê de got: “Birêveberê Ptrokîmî a Îlamê serbarê qebûl kirina Îdareya Kar bo geryana dubare a kedkaran bi ser karên wan, rê neda karkeran ku di vê fabrîqeyê de kar bikin.

Ew fabrîqeye 50 milyon Tomen bi kirêkaran re qerdar e û naxwaze deynên wan bide.

Kedkarên Petrokîmî 3 heyve ku li ser kar hatine derxistin û serbarê serdan bi bingehên peywendîdar, karbidstên Hikûmeta Îranê tu bersivek nedane pirsên wan.

Kedkarên nerazî tenê bersiva ku karîn bi wan xwenîşan danan werbigrin eva bo ku bi merca tezmîn kirina ewlekariyên kar, bo salekî Îdareya Kar ê ligel karkerên derxistî rêkevtin nameyekî îmza bike.

Hevdem ligel xwenîşandana kirêkarên Petrokîmî ên Îlamê, hejmarek ji kedkarên avayî (saxtimanî) jî, hember parlemena Îranê, seba nerazî bûn ji guhertin û ektîv nebûna yasaya Bîmeya Civakî derheq kedkaran de, xwenîşandanek pêk anîn.
\"23196.jpg\"

\"23197.jpg\"