Xwenekarik Kurd bi 18 heyv hews hate mehkûm kirin û dezgeha ewlehiyê gefa kuştinê pêdike

19:41 - 14 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: xwendekarik Kurd ji xelkêşarê Civanro li parêzgeha Kirmanşan de, ji aliyê dezgeha dadweriay hukûmeta islamiya Îranê de, hukmê 18 heyv hewsa teizîrî jêre birîne û dezgeha ewlehiyê jî hereşa kuştina wî kiriye.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniay Kurdpa; Mihemed Emîn Qadirî, xwendekarê Kurd ji xelkêşarê Civanro û xwendekarê zanîngeha zanistî-karbordî li şarê Rewanser, bi tometa têkilî tev midyayên derî welat, bi 18 heyv hewsa teizîrî hate mehkûm kirin.

Raportêrê Kurdpa li şarê Rewanser ragihadn; Mihemed Emîn Qadirî, xwendekarê karnasiya zanista (IT), li zanîngeha zanistî-karbordî li rewanser bûye ku, li 14ê Reşema sala 1392 de ji aliyê hêzên ewlehiyê, li nawa zanîngehê de hatibû girtin.

Li vê barê de, serekaniyik ngadar bo ajansa Kurdpa eşkere kir ku; ev xwendekarê Kurd ku midê 33 rojan li girtîgehên hêzên ewlehiyê de maye, bi dujwartirîn rewş tûşîîşkenca psîkolojîk û bedenî bûye.

Serekaniyê ew jî got: hêzên ewlehiyê, hereşe bi vî xwendekarê Kurd kirine ku heke alîkariya dezgeha ewlehiyê neke, bi rewşik yê bê kuştin ku xwekiujî bê hesibandin.

Ewa jî got ku, hereşa hêzên ewlehiyê bi Mihemed Emîn Qadirî, tirs û nigeranî ser vî xwendekarê Kurd û malbata vî aniye pê.