Xwendingehik li Ormî bi 20,000 tûmenan karnama xwendewanan dide

20:27 - 4 Şibat 2014
Ajansa Kurdpa: yekik ji xwendingehên şarê Ormî bo dana karname bi xwendewanan, daiwa 20,000 tûmen diraf dikin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; berpirsên huneristana kar û danişa Xwarezmî li şarê Ormî li helwîstik ecêb de, bi 20,000 tûmenan diraf, karnamê bi xwendekaran dide.

Ev huneristana, 632 xwendewan hene û heya niha jimarik ji xwendewanan bi neçarî ev diraf bi xwendingehê dane.

Ji aliyik din de, berpirsên xwendingeha gundê “ Tayir Boxe”a dewera Seqiz, bi biryara dezgeha Perwerde, 100,000 tûman diraf ji her xwendewanik sitandine.

Berpirsên xwendingeha vê gundî, bi hêceta kêşana pipên gaza xwezayê(Borî-Lûleyên gaza tabî’î) bo xwendingehê, ev 100,000 tûmen diraf ji gişt xwendewanan sitandine.

Yekik ji welatiyên gundê Tayir Boxe bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; kolana kanal û gelemper xercê kêşana gaz bi vê xwendingehê li ustiyê malbatên xwendewana de bûye û dezgeha perwerde çi alikariyik nekiriye.

Gorekî wan raportên ku li midê vê sala xwendinê de li ajansa nûçe gihaniya Kurdpa de hatine weşandin; nêzî bi gişt xwendingehên herêmên Kurdistaniyên Îranê de bi zorê ji xwendewanan diraf sitandine û xercê suxtenî û gelemper pewîstiyên xwendingehan, ji aliyê xwendewanan de berev bûye.