Xwendevanekî fîdakar ê Kurd li Kamyaranê hat bi bîranîn+Wêne

19:05 - 7 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Di rêûresmeke taybet li bajarê Kamyaran ê rojhilatê Kurdistanê de, xwendevanekî Kurd ku bi karekî fîdakarane 3 hevalên xwe ji mirinê filitandibûn lê xwe miribû, hat bi bîranîn.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, merasîmeke taybet bi boneya 14’emîn salvegera xeniqîna Hamid Firîdî ê 11 salî ku bi karekî fîdakarane jiyana xwe ji dest dabû hat bi bîranîn.

Nav borî beriya niha bi 14 salan piştî xilas kirina hevalên xwe û rizgarkirina wan ji xeniqînê, bi xwe hat xeniqîn û navê xwe li dîrokê mirovên fîdakar de mayînde kir.

Merasîm li bajarê Meîwana rojhilatê Kurdistanê birê ve çû. Di rêûresmê de peyama Elî Mihemmediyan mamostaya Kurd ê wê dibistanê ji aliyê yek ji xizmiên Hamid Ferîdî ê Fîdakar ve hat xwendin.

Herwiha dê wê rêûresmêde qarne (loh teqdîr) bi dê û bavê Hamid hatin pêşkêşkirin û mezela nav borî jî bi gulan hat xemilandin.

Hamid Ferîdî Şibata sala 2000’an, di demekê de ku ber bi malê ve diçû, 3 kes ji hevalên xwe bi navên Bêhnam Sadiqî, Hadî Fazilî û Areş Kemanger ku li nav avê ; li ser şeqa û bûza şikistî giriftar mabûn rizgar kirin, lê bi xwe noqî nav rûbarê bû û jiyana xwe winda kir.

Her di vê biyav (zemîn) ê de, sala 1997’an jî, Edhem Mizeferî mamostayê dibistana (Elk) a ser bi Kamyaranê, xwendevanek ku ketibû nava çem rizgar kir, lê rûbarê mezin ew bir û di encanê de canê xwe fidayê xwendevanê xwe kir.

Hemwelatiyên Kamyaran a rojhilatê Kurdistanê hertim rêz û hurmet bi ruha bilind a wan du fîdakaran re digrin û tu car wan ji bîr nakin.

\"24607.jpg\"

\"24608.jpg\"

\"24609.jpg\"

\"24611.jpg\"

\"24612.jpg\"