Xwendevanek Kurd li dema kar kirinê de canê xwe ji dest da

15:25 - 17 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendevanek Kurd yê xelkê bajarê Sinê seva kevtinexwarê ji xaniyekê, canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Yekşem berwar 16’ê Hezîranê Xwendevanek Kurd yê binavê “Sîrwan Ehemdî” kurê Elî li dema kar kirinê li yek ji saxtimanên tazeçêkirî yê bajarê Sinê canê xwe ji dest da.

Bûyer demkê qewimî ku navbirî mijûlî karê almator bendiyê li şoqeya 5’an kar dikir û kevte xwarê.

navbirî xwendevanê sala 2’an ya debîristanê bû ku seva hejarî û belengaziyê kar dikir û alikariya malbata xwe dikir.

Bûyera han li demekê deye ku li gor yasayên Îranê kesên ku xwarveyî temenê 18’saliyê bin nikarin kar bikin û kar kirin jibo wan hatiye qedexe kirin.