Xwendekarik Kurd ji zanîngeha Sinê, bi 5 sal hews hate hukum dan

21:03 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2014
Ajansa Kurdpa: xwendekarik ji zanîngeha Azadî li Sinê, ji aliyê dadgeha inqilabavîşarî de hukmê 5 sal hewsa ragirtîû sizaya dirafinî, jê re birîn.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja 15ê Pûşper de, Mîad Ehmedî, xwendekarê zanista Mêimarî, bi tawana xebat li torên sosyal de, bi 5 sal hewsa ragirtîû 5,000,000 tûmen sizaya dirafinî hate mehkûm kirin.

\"20953.jpg\"
Mîad Ehmedî, xwendekarê zanista Mêimarî, bi tawana xebat li torên sosyal de, bi 5 sal hewsa ragirtîû 5,000,000 tûmen sizaya dirafinî hate mehkûm kirin
Şaxa 4a dadgeha inqilaba şarê Sinê, ev welatî, bi “ Bêrêzî kirin bi komara islamî” û “ Hewl dan dij bi asayişa netewî” li torên sosyal de, mehkûm kiriye.

Nûçe gihaniya HRANA weşandibû; Mîad Ehmedî, xwendekarê zanîngeha Azad li şarê Sinê, li heyva Xakelêwa isal de , ji aliyê hêzên êminiyê de hatibû girtin û paşî 1 heyv ragirtin li girtîgeha dezgeha ewlehiyê, bi girtîgeha sêntrala şarê Sinê, hatibû raguhastin û paşî bi danîna barmitê hatibû berdan.

Mideyik , bi dom bandor xistin ser xebatkarên xwendekarên Kurd li Kurdistanê de û li doma wan bandoran de, Efsanê Bayezîdî, keçe xwendekara Kurd, ji xelkêşarê Bokan, ku nêzî 2 heftiyane ji girtina vê derbas dibin, heya niha sernivîsa vê nerone.

Mideyik pêş niha de jî, rêxirava jêborîna naw-netewî, li belavokik de, nigeraniya xwe hember bandorên ser xwendekaran li welatêÎranê de şanî kiribûû her wisa bas ji bêpar kirina xwendekaran jî kiribû.

Ji aliyik din de, rewşa tendurustiya girtiyik Kurd li girtîgeha Mînab de, zor xirab û dujware û berpirsên girtîgehê, ji şandina vî girtiyê siyasiyê Kurd bi nexweşxanê, xwe radigozin.

\"20954.jpg\"
rewşa tendurustiya Efşîn Sohrab Zadê li girtîgeha Mînab de, zor xirab û dujware
Efşîn Sohrab Zadê, ji xelkêşarê Kirmanşan, li dema girtinê de, li sedem işkence û kutana ji ast derketî, tûşî xwîn rijiyêûşikestina hestiyan bibû.

Efşîn li sala 1388 de li şarê Kamiyaran de ji aliyê hêzên ser bi dezgeha ewlehiyê de hate girtin û paşî ji aliyê dadgeha inqila şarê Sinê de, bi tometa hevkarî tev yekik ji partiyên Kurdan, bi 25 sal hews û dur xistin bi girtîgeha Mînab, hatibû hukum dan.

Ev girtiyê 24 salî, li heyva Pûşpera sala 1391 de, li sedem , rewşa dujwara girtîgehêû her wisa rewşa fizîkiya xwe, hewla xwekujiyê dabû.