Xwendekarên Zanîngehên Urmîye û Tevrêzê Serdana Qutabiyên gundê Şînawê Kirin

16:11 - 9 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hejimarek li Xwendekarên pişkên cûdacûda ê zanîngehaTevrêzê serdana qutabîyên şewitî yê gundê Şînawê li nexweşxaneya Sina a wî bajarî kirin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê Di heman rojê de hejimarek ji xwendekarên zanîngeha Urmîyê serdana qutabîyên din ê ku li nexweşxaneya Xumêynî a bajarê Urmîye ne kirin û bi birina çend deste gulan dilê qutabîyên şewitî û malbatên wan xweş kirin.

Roja çarşenbîyê 15ê Sermawezê li encama agir girtina sobeyekê di yek ji kilasên dersxwendinê li gundê Şînawê a bajarê Piranşehrê 36 zarokê Kurd tûşî şewatê bibûn kû jibo nexweşxaneyên bajarê Urmîyê û Tevrêzê hatibûn şandin.