Xwendekarên Zanîngeha NEWYORK’ê bona Kebûd Vend yê gireva birçîbûnê bigirin.

16:48 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2012
Ajansa Kurdpa: Xwendekarên Zanîngeha Welayeta NEWYORK’a Amerîkayê daxuyanî dan ku ewna yê bona Kebûd Vend, li roja 31’ê pûşperê gireva birçîbûnê bigirin.

Malpera “Danişcû News” belav kiriye ku hin ji Xwendekarên Amerîkî daxuyanî dan ku ewna yê bona Kebûd Vend, Giriyê Siyasî, gireva birçîbûnê bigirin.

Di wê Daxuyaniyê de hatiye ku em Îro li derwa hev kom bûne bila hevxemiya xwe tevî wan bav û kurên ne sax, bidin kifşê.

Di pişkek din de hatiye ku Kebûd Vend! Em weke Xortên te, nikarin bibînin ku bavê me Azarê dibîne.

ev Xwendekarên han Ragihandine bona Kebûd Vend, li roja 31’ê pûşperê gireva birçîbûnê bigirin.

Mihemed Sidîq kebûd Vend Girtiyê siyasiye Kurd û Çelengê Mafên Mirovan di pêxema Nerazîtî tewlî nedana Izna Hevdîtina Malbatê û hilawsîna Girtiyan, li hilkefta 6’ê Cozerdana Îsal ve heya niha gireva birçîbûnê gitiye.