Xwendekarên zanîngeha Azadî ya Mehabadê xwenîşandan kirin
14:24 - 2 Kanûna pêşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarên Kulîja Pizişkî ya zanîngeha Azadî ya Mehabadê li hember nehiştina rişteya pizîşkî li wê zanîngehê de nerazîbûn encam dan.
Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, xwendekarên beşa pizîşkî ya zanîngeha Azadî ya Mehabadê li hember rakirina rişteya pizîşkî li wê zanîngehê de meşek nerazîbûnê encam dane û li nameyekê de daxwaz ji berpirsiyarên têkildar kirine ku li hember vê pirsgirêkê de bêdeng nemînin.
Nerazîbûna xwendekarên vê zanîngehê piştî wê tê ku Wezareta Tendurustî ya hikûmetê li nameyekê de ragihandiye ku xwendekarên vê rişteyê li nexweşxaneyên dewletî û taybetî ên wî bajarî de perwerdeya xwe bibînin.
Wan xwendekaran ragihandine ku hikûmet li cehda wê de ye ku li nîviya duyem ya xwendina îsal de vê biryarê bi cî bike û biryara han jî, roja çarşemî, 11’ê Çiriya Paşîn ya 2015’an hatiye derxistin.
Xwendekarên vê beşê qala vê dikin ku Wezareta Tendurustiyê dixwaze ku bi vî awayê neusûlî qerebûya kêmiya kadroyên dermanî ên xwe bike û eva jî gef û metirsiyek mezin dibe li ser pêşeroja saxlemî û tendurustiya civakê.
Ew biryara Wezareta Tendurustiyê li demekê de ye ku berpirsiyarên wê wezaretê didin zanîn ku tenê li midehê sê salên derbasbûyî de, 21 hezar xwendekarên rişteya pizîşkiyê li Îranê de xwendina xwe qedandine û pirsgirêk, damezrandina wan e nek perwerdeya kadroyên dermanî.