Xwendekarekî Kurd li zanîngeha Meraxe ji xwendinê hat bêpar kirin

15:50 - 7 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd li devera Şamat, ji aliyê berpirsên ewlekarî ên zanîngeha Meraxe a Îranê, pêşî ji xwendina wî hat girtin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Tewhîd Recebpûr, xwendekarê beşa Mevad (Mîtalojî a Pêşeyî), ku li zanîngeha matmatîk a Meraxeya Îranê mijûlî xwendinê bû, ji xwendinê hat bê beş kirin.

Xwendekarê li zanîngehê hatî derxistin, sedema bêparmana xwe ji xwendinê nezanî lê eva jî eşkere kir ku ew bi caran ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îranê li zanîngehê hatiye vexwendine û pirs jê hatine kirine.

Tewhîd Recebpûr pêştir serdana Herêma Kurdistanê kiribû ku hikûmeta Îranê bi vê yekê re (bi sedema pile û cûneya xwendina navborî) bi hestiyarî tev geriyabûm.

Çavkaniyeke agah ji derxistina wî xwendekarê Kurd li zanîngehe amje bi vê yekê kiribû ku ji dema vegerîna Recebî ji Herêma Kurdistanê ew her tim bin çandêriya hêzên ewlekarî ên hikûmeta Îslamiya Îranê de bû ku di encamê de ji zanîngehê hat derxistin.

Tewhîd Recebî rûniştiyê devera Şamat e ku niha li Merîwana rojhilatê Kurdistanê, rûdine.

Heya dema belav bûna vê nûçeyê, tu zaniyarî li ser sedema girtina nav borî bi dest neketine.