Xwendekarekî Kurd ê zînîngeha Peyam Nûr hate desteserkirin

15:22 - 19 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd ê zanîngeha Peyam Nûra a bajarê Mehabadê, hate desteserkirin û bo cihekî nexûya hate veguhastin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Çaerşemî 12`ê Pûşperê, Xwendekarekî Kurd ê zanîngeha bajarê Mehabadê yê bi navê “Sîyamend Visoqrad” ê xelkê gunê “Bêyrem” a girêdayî bajarê Mehabadê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin û bo cihekî nexûya hatiye veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî ya dadgehê êrîşê ser rûnîştingeh wî xwendekarî Kurd kirine û navbirî desteserkirine.

Wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku, heya niha tu zaniyariyek ji qeder û cihê xwedîkirina wî xwendekarî Kurd jiber dest nîne û malbata navbirî jî li derheg qedera kurê xwe bê encam mane.

Heya weşana wî nûçeyê, ji sebeb û sedemên desteserkirina wî xwendekarî Kurd ê zanîngeha Peyam Nûr tu zaniyariyek jiber dest nîne.