Xwendekarekî Kurd dawî bi jiyan xwe anî

19:19 - 14 Îlon 2017
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd, xelkê bajarê Merîwanê bi sedema bêparkirina wî ji mafê xwendinê, dawî bi jiyan xwe anî.

Li gora nûçeya gihîştî Ajansa nûçegihaniya Kurdpa, roja Duşemî 11`ê Îlona 2017`an, xwedekarekî Kurd ê akinciyê bajarokê Kanîdînar a girêdayî bajarê Merîwanê, bi sedema derkirina wî ji zanîngehê, di mala xwe de dawî bi jiyana xwe anî.

Nasnameya wî xwendekarê kurd, “Ebdulselam Xoşamen” û temen 28 salî hatiye ragehandin, û li gora zanyariyan, navbirî bi sedema bîr û baweriyên siyasî, ji mafê xwendinê hatiye bêparkirin, û her ev yeka jî bûye sedem, ku navbirî xwe bikûje.

Di heyama çend salên derbazbûyî de, hejmarek ji xwendekarên kurd, bi tawanên bîr û baweriyên siyasî û mesebî, li zanîngehên Îranê, ji mafê xwendinê hatine bêparkirin.