Xwendekarekî Kurd bi gutkirina şademarê xwekuşt

20:47 - 20 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Ciwanekî Kurd ê 22 salî ku careke din jî hewla xwekuştinê dabû, vêca bi birîna şademarê zenda xwe, dawî bi jiyanê anî.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, beriya niha bi çend rojan, ciwanê Kurd yê bi navê Qehreman Rizgeyî ê 22 sal temen, li mezela şexsî ya xwe bi birîna şademarê destê xwe, bûyera diltezîn a xwekujî pêkanî.

Navborî piştîê qutkirina şademara zenda xwe li ser hişn çû û piştire malbata wî ew rakirin nexweşxaneyê, lê bi sedema ku demerên leşê wî bi çûna zêde ya xwînê hişk bibûn, bi du roj razandina li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Peyamnêrê kurdpa li Baneya rojhilatê Kurdstanê ji zarê çavkaniyeke agah ragijand: Pêştir jî wî ciwanê Kurd bi rêya darvekirinê hewla xwekuştinê dabû, lê bi ser neketibû û malbata wî nêt (niyet)a wî, bê encam hiştibûn.

Qehreman Rezgeyî xelkê beşa Ninûr a ser bi bajarê Baneyê bû ku bi xwendina nîvsalekî zanîngeh terikandibû.

Gor raporta herî dawîn li ser xwekuştina li welatê Îranê, ji her 20 kesên bêhêvî ji jiyanê, 12 kes bi rêya xwe kuştinê dawî bi jiyana xwe tîn in. Herwisa ji her 30 haletên xwekuştinên xwendekarî, 8 halet kur û 22 jî keç in.

Li Îranê hejmara xwekuştinan roj pey roj ber bi zêdebûnê ve diçin; bi awayekî ku rojane13 kes bi rêya xwekûştinê dawî bi jiyanê tîn in. Herwiha bi piştgiriya Navenda Amara ajansa nûçegihaniya Kurd, ji destpêka Newroza evsal heya niha, 6 hemwelatiyên Kurd li rojhilatê Kurdistanê xwe kuştin e.

Rewşa dijwar ya aborî, bêkarî, nebûna pêşerojeke ron, herwiha nebûna tu hiviyekî bi guhertina şert û mercên heyî, tepeserkirina civakî, yasayî û ferqûciyawaziyên regezî, nebûna derfetên hilbijarina bi dilê xwe ya hevser, pêşe û …hwd, ji sedemên sereke yên xwe kuştinê li Îranê tên hejmart in.