Xwendekarekî bi sedema qebûlnebûnê di konkorê de dawî bi jiyana xwe anî

21:47 - 28 Tebax 2016
Aajansa Kurdpa: Ciwanekî temen 17 salî bi sedema qebûlnebûna di îmtihanên sertaserî de, dawî bi jiyana xwe anî.

Li gora nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa, çend roj berî niha di gundê “Sûrnî” a ser bi beşa “Bêlewar” a Kirmaûanê, ciwanekî temen 17 salî bi sedema qebûlnebûna di konkora sertaserî de hewla xwekuştinê da. Nasnameya vî dersxwanî heya niha jî eşkere nebûye.

Tê gotin ku navbirî ji beşa perestariyê hez kiriye, lê bi sedema vê ku di vê beşê de qebûl nebûye, xwekujî bi tenê riya derbazbûnê zaniye.

Her sal bi sedema hestiyarbûna encama nimreyên konkora sertaserî li Îranê, û diyarîkirina çarenûsa 12 sal xwendinê, tenê di yek demjimêrî de, ew dersxwan dikeve nav tirs û stresekê zaf de, ku carna di encama qebûlnebûnê dest bi xwekujiyê dikin.

Her di havîna îsal de jî, ciwanekî din li gundê Batmana ser bi Kamyaranê, bi sedema qebûlnebûna di ezmûnên dawiya xwendinê de, xwe dar diveke, û dawiyê bi jiyana xwe tine.

Di sala 1395’an de ew sêyemîn bûyera xwekuştinê ye li derdora Kmayaranê.