Xwendekareke Îranî ê Kurd, wek sembol 2 hezar nasname ji bo qurbaniyên Helebçê saz kir

13:45 - 14 Adar 2012
Kurdpa: Xwendekarek Kurd ê xelkê Sine wek sembolekê û ji bo yad û bîranîna qurbaniyên Helebçê li projeyek hunerî de 2 hezar nasname bo qurbaniyên Helebçê saz kir.

Agirî lotfolazade xwendekarê Kurd ê kolêja Hunerê li zanîngeha “Hunerê a Sûre” di lêdwanekê de ji bo Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa zanyariyên zêdetir derbarê sedema vî karî dane me û got: “ min tenê ji bo bîranîn û rêzgirtina ji qurbaniyên karesatek weha dest da vî karî”.

Herweha li gorî gotina wî, wî ew kar li çarçoveya têrmeke rişteya hunerî a xwe de ku wênekêşan e, encam daye û li qalibê hunera modernîzmê de kar jêre hatiye kirin, û wê li Helebçê de were nîşan dan.