Xwendekarek Kurd Pileya Yekem a Nîgarkêşanê li Cîhanê de bidest anî

14:09 - 9 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Xwendekarek Kurd yê xelkê bajarê Mihabadê di kêberkêyên Cîhanî yên nîgarkêşanê pileya yekem bidest anî.

Di kêberkêyên cîhanî yên nîgarkêşanê a “Heftiya Saxlemiyê”ku di navbera 8 bo 18 sal û di bin diruşma “zexta Xwînê gefe”birêveçû, Meryem Sfayîmeniş a temen 14 salî û xwendevana xelkê bajarê Mihabadê karî pileya yekem a nîgarkêşanê li ser asta cîhanê bidest bîne.

Bernameyên “Heftiya Saxlemiyê”hemû salê li 7’ê Nîsanê destpê dike û çendî pêşangahên taybet jî bi vê hilkevtê tên vekirin û zaniyariyan li ser “zexta Xwînê”bilav dike.

Her wisa çend rojan berî niha xwendekarek Kurd yê xelkê bajarê Ciwanroyê binavê Soran Selîmiyan li ser asta cîhanê pileya yekem li program çêkirinê de bi dest anî.