Xwendekarek Kurd Li Zanîngeha Tewrêzê Dawî Bi Jiyana Xwe Anî

13:42 - 6 Kanûna pêşîn 2011
Kurdpa: Xwendekarekî Kurd û xelkê Dêgulanê, li zanîngeha Tewrêzê bi sedemek nediyar dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa li bajrê Dêgulanê, Maziyar Qadir Merzî xwendekarê beşa werzîş di yek ji hemamên vê zanîngehê bi daliqandina xwe, dawî bi jiyana xwe anî.
Li gor gotina yek ji xwendekarên vê zanîngehê, nebûba kadrên dermanî ên pispor û xemsariya bêhdaiya vê zanîngehê, doma jiyanê ji vî xwendekarî sitand.

Li destpêka sala rojî heta niha 5 kes ji xwendekarên zanîngeha Tewrîzê, hewla xwekuştinê dane û li encam de 2 kas ji wan canê xwe ji dest dane û sê kesên din jî li mirinê rizgar bûne.