Xwendekarek din dawî bi jiyana xwe anî

18:03 - 16 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Xwendekareka Kurd a bajarê Seqiz hewla xwe kuştinê da û di encamê de jiyana xwe ji dest da.

Li gorî ajansa nûçegihaniya “Kurdpa”, çend roj pêş niha, Sumeye Melekî, xwendekara Kurd ji riya xwe dar vekirinê dawî bi jiyana xwe anî.

Heya dema weşandina wê nûçeyê tu sedemek bo xwekuştina wê xwendekara 27 salî a Kurd eşkere nebûye. Termê Sumyê bo vekolîna bijîşkî bi Bijîşk Yasayî a Seqizê hat veguhastin.

Bi piştgiriya serhejmarên ku ji aliyê navenda ajansa Kurdpa ve hatine tomar kirin, ji destpêka îsla ve heya niha 4 xwendekarên Kurd jiyana xwe winda kirin e ku mirina 2 ji wan kesan ji riya xwekuştinê bûye û ya 2 kesê din jî guman li ser hebûye.

Her di vê peywendiyê de hefteya borî roja Şemî bervara 8‘ê Çiriya Paşîn a 2014’an,“Şîlan Roşendil” xwendekara Zanistên Siyasî a zanîngela Urmiyê, jiyana xwe ji dest da. Bijîşka Yasayî sedema mirina wê keça xwendekar, derman dayînê bi hebên “Siyanûr” ragihandibû.

Bi gotina xizm û karên wê xwendekarê, herwisa piştgirî bi raporta Îdareya Bijîşk Yasayî, ew keç hatiye kuştin.

Piraniya zirarnasên civakî, sedema wan xwekuştinan, zext û givaşên di nav civakê de destnîşan dikin.

Berdevkê wezîrê Zanis yê hikûeta Îranê, “xwekuştinê” wek duyemîn sedema sereke ya mirina xwendekaran di wî welatî de, bi nav dike.