Xwendekarê Mihabadî rûmeta cangoriyên Şînawê girtin

15:13 - 14 Kanûna pêşîn 2012
Ajansa Kurdpa: Hejimarek ji Xwendekar û ciwanên bajarê Mihabadê di Parka Şêx Şeltut a wî bajarî Kom bûn û rûmeta cangoriyên Şînawê û malbatên wan girtin.

Li gor nûçeya nûçegihaniya Kurdpa’ê, Berwar 23ê Sermaweza Sala 1391a rojî,hejimarek ji Xwendekar û ciwanên bajarê Mihabadê bi rêkxistina kombûnekê di parka Şêx Şeltut a wî bajarî hevxemî û hevderdiya xwe tevî cangorî û malbatên xwendekarên gundê Şînawê anin ziman.
çavkaniyekî haydar li bajarê Mihabadê bi nûçegihaniya Kurdpa’ê, ragehan ku: pişikdaran bi hilkirina Mom û her wiha deqiqeyek bêdengî rûmet ji cangoriyên bûyera gundê Şînawê girtin.
roja Sêşemîyê ji hejimarek ji Mamosta û xelkê bajarê Mihabadê li hember Îdareya Perwerde a wî bajarî kombûn û nerazî bûna xwe li kêmtir xemîya sazîyên dewleta Îranê li dor bûyera gundê Şînawê anin ziman.