Xwendegehên Dizeya Siyawoş dersxwanan wernagrin

15:49 - 26 Hezîran 2012
Kurdpa: berpirsyarên perwedehiyê ên bajarê Urmiyê ragehandine ku xwendegehên Dizeya Siyawoş êdî dersxwanan wernagrin.

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa Kurdpa, li gorî biryara îdareya perwerdehiya bajarê Urmiyê li Dizeya Siyawoş de ku piraniya akinciyên wê Kurd in, xwendegehên nawendî tên daxistin û îsal dersxwan bo sala nû a xwendinê navnûsiyê nakin.

Ew biryara îdareya perwerdê xelkê vê herêmê nerehet û nîgeran kiriye û xelkê vir dibêjin ku em li ber destkurtiyê nikarin zarokên xwe bişînin cihek din.