Xwekuştina nûciwanekî Ciwanroyî

15:54 - 6 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Nûciwanekî temen 17 sal li Ciwanroya parêzgeha Kirmaşan li rojhilatê Kurdistanê, bi rêya daliqandinê dawî bi jiyana xwe anî.

Li gor raporta ajansa nûçegihanya Kurdpa, ber bi êvareya roja borî nûciwanek li taxa Qirge a ser bi bajarê Ciwanro, di mezela şexsî ya xwe bi riya darvekirinê xwe kuşt.

Peyamnêrê Kurdpa li Ciwanroyê nasnameya wî nûciwanî, Merwan Tebîbî, xwendekarê dewreya lîse (dibistana amadeyî) ragihand.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, sedema wê xwekuştinê nehatiye zelal kirin.

Karzanên civakî, bêkarî, Feqîrî û hejarî wek sedemên sereke yên xwekuştina hemwelatiyan li Îranê destnîşan dikin. 

Hadî Mutemidî bizîşkê derûnî û mamosteyê zanîngehê li Tehrana paytextê Îranê, ser vê baweriyê ye ku cî bi cî kirina siyasetên nifûsî bê berhevdan û berçav girtina pêdiviyên civakî,yek ji sedemên sereke ên zêdebûna xwe kuştinê li Îranê tê hejmartin; jiber ku ciwan îro ligel bêkarî, tûşbûn bi madeyên hişber, kirîza nasnameyî û bê watedar bûna jiyanê li welatê navborî rû bi rû bûne.