Xwekuştina lawik 22 salî li Pîranşar

18:48 - 5 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: lawik Kurd ji xelkê yekik ji gundên dewera Pîranşar bi hegera pirsgirêkên nawmala xwe, kutayî bi jîna xwe anî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, sibêzûya roja Çarşemî, 13ê Xezelwer, lawik 22 salî ni navê “ Yasîn Rehmetî”, kurê Mele Teha, bi xwarina jehrê, hewla xwekuştinê da û li incam de canê xwe ji dest da.

Serekaniyik agadar bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand, Yasîn rehmetî ji xelkê gundê “Sêlwê”a ser bi Pîranşarê bûye ku li roja borî de çoye bin gund û bi xwarina jehrê kutayî bi jîna xwe aniye.

Tê gotin ku termê Yasîn Rehmetî bi amanca analîz kirinê, raguhastiyê duxtoriya dadweriya Ormiyê hatiye kirin û heya weşana vê nûçe radestê malbata vî nekirine.

Gorekî wan statîstîkên ku li sentera statîstîkên ajansa Kurdpa de hatine tûmar kirin, li midê 45 rojên borî de, 17 welatiyên Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de, kutayî bi jîna xwe anîne.

Her wisa gorekî wan statîstîkan, li vî mideyî de 8 kes jiwan jin û 9 kesên din jî mêr bûne ku xwekujiya 7 kesan jiwan li 14 rojên borî de qewimiye.